Nêçîrvan Barzanî yekemên Herêmê xelat dike
Li gor agahîyên WAARê îro piştî nîvro li hola Se’ed Ebdulla li Hewlêrê rêwresmeke mezin jibo xelatkirina qutabîyên serkeftîyên yekê hatîye rêkêxistin Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê jî dê amade bibe û gotarekê bixwîne.
Beşdar Hisên peyamnêrê WAARê li Hewlêrê dîyarkir: Di rêwresma îro da serkeftîyên yekê duyê û sêyê yên qonaxên 9ê û 12ê li ser astê Herêmê û parêzgehan tên xelat kirin.
Herweha da zanîn: Xelat kirindê 3 serkeftîyên yekê li asta parêzgeh û Herêma Kurdistanê bi liqên zanistî û wêjeyî ve bi xweve bigire.
Wek nerîteke salane û jibo giringîdan bi xwendekarên serkeftî, malbatên wan û asta xwandinê, rêwresm jibo xelatkirina xwendekarên serkeftî tên danan, hikumet jî kursiyên xwandinê li dervey welatî jibo piranîya serkeftîyan dabîn dike.
Waar.tv
