• Friday, 13 February 2026
logo

Beşîr Hedad daxwaz ji Ebdulmehdî kir parê cotyaran bê dayîn!

Beşîr Hedad daxwaz ji Ebdulmehdî kir parê cotyaran bê dayîn!
Cîgirê serokê encûmena nûnerên Iraqê Dr. Beşîr Hedad nivîsek derbarê dayîna pareyê cotyarên Kurdistanê de ji serokwezîrê Iraqê re rêkir.

Li gor daxuyaniya ofîsa Dr. Beşîr Hedad belav kiriye, tê ragehandin; îro 01.07.2019ê Cîgirê serokê encûmena nûnerên Iraqê Dr. Beşîr Hedad, nivîsek ji serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re rêkiye û daxwaz dike di demekî herî zû de parê cotyarên Kurdistanê yên salên 2014-2015-2016-2017 û 2018ê bê dayîn, herwaha lehiyan zerer û ziyanên li herêma Kurdistanê bên qerebû kirin û ew pare bê xerc kirin.

Herwaha Hedad ji serokwezîrê Iraqê daxwaz kiriye ferman ji wezaretên peyvendîdar re bê dayîn ku xerc kirina wî pareyi bê kirin û zerer û ziyanên ji ber lehiyê yê xelkê herêma Kurdistanê bê qerebû kirin û bê dayîn.

Basnews
Top