Rêbiwar Talabanî sipasiya piştevanîya Serok Barzanî kir
Piştî Dadgeha Bilind a Iraqê doza li ser Rebîwar Talabanî rakir,Talabanî di kongreyeke rojnemewanî da li Hewlêrê axivî û got: “Ez sipasiya Serok Barzanî dikim ji wê roja ku hikûmeta Bexdayê li dijî min fermana destgîrkirina min derxist. Serok Barzanî bi awayekî aşkere piştevaniya xwe bo min anî ziman. Herwiha dosyeya Kerkûkê dosyaye destura Iraqê ye jî.”
Herwiha Talabanî amaje bi wê yekê kiriye ku Kerkûk cihê nakokiyê ye di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê da û wan hertim hewl daye pirsa Kerkûkê bi rêya destura Iraqê çareser bike. Herwiha Talabanî daye zanîn ku ew karên aniha li Kerkûkê dihên kirin ne karên yasayî ne.
Waar.tv
