• Friday, 13 February 2026
logo

Bi egera hebûna PKKyê 25 gund li devera Zaxoyê ji berhema xwe ya çandinê bê behir bûne

Bi egera hebûna PKKyê 25 gund li devera Zaxoyê ji berhema xwe ya çandinê bê behir bûne
Hebûn û nêzîkiya baregehên PKK li sînorê 25 gundên nahya Derkarê li Zaxo bû ye sedem, ku berdewam topxane û balefirên cengî yên Tirkiyeê, wan gundan topbaran û borduman bikin. Vê yekê jî, ziyan ber bi xelkê wan gundan û berhemên cotkaran gihandiye û gelek ji wan jî, gundên xwe valakirin e. Bi taybet, Kristiyanan .

Li ser evê yekê Emîr Nîsan, ku hevwelatyeke kirîstîyane ji gundeka nêzîk nahîyeya Derkare û bi egera metirsîyên bûrdûmanê nekare serdan gundê xwe jî bike. Dibêje: Firokeyên cengîyên Turkîyayê bi berdewamî deverên me burdûman dikin. Ewa me hebû me li gundên xwe xerc kirin, ev 15 salin em xizmeta zevîyên xwe dikîn.niha rez û baxên me hatîne berhemê, lê bi egera şerê PKK û supayê Turkîyayê û burdûmana firokeyên cengîyênTurkîyayê, em nekarîn mifayê ji berhema keda xwe bibînîn.

Dibêje jî: berê burdûmana çolahîyan dikirin lê niha navenda gund û avahîyan burdûman dikin.

Her li ser evê yekê Zêrevan Mûsa, rêveberê Nahîye ya Derkarê di hevpeyvêînekê de bo Kurdistan24, tekezê dike ku hebûna Gerêlaayên PKKyê li devera sinûrê qezaya Zaxoyê, zîyaneka mezin gehandîye cotkat û kerta çandina deverê.

Li gor zanyarîyên Kurdistan24, bi egera hebûna gerîlayên PKKyê li wan deveran û burdûmana firokeyên cengîyên Turkîyayyê heya niha 25 gund di wê sinûrê de di metirsîyê de ne û xelkên wan gundan nekarin serdana deverên xwe bikin nemaze jî Kirîstîyan.

K24
Top