Tirkiye ji helwesta Iraqê li ser bordûmana Başûrê Kurdistanê nîgeran e!
Roja 27 Hezîrana îsal, di encama bordûmana firokeyên şer yên Tirkiyê de 4 kesên sivîl li bintara çiyayê Qendîl hatibûn kuştin.
Piştî wê, Wezareta Derve ya Iraqê dîplomatekî tirk li balyozxaneya Tirkiyê li Bexdayê bang kiribû û nîgeran û nerazîbûna xwe li hember wê rûdanê nîşan dabû.
Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, wan jî dîplomatekî balyozxaneya Iraqê li Enqerê bang kirine û nerazîbûna xwe li hember wê helwesta Bexdayê nîşan dane.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hatiye gotin, îdiaya Wezareta Derve ya Iraqê li ser kuştina sivîlan di bordûmanan de rast nîne, ji ber ku ew tenê “baregehên terorîstan” bordûman dikin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê her wiha ragihandiye, di demekî de ku hikûmeta Kurdistanê PKKê sebeba wan bordûmanan dibîne, ev helwesta Iraqê ziyanê digihîne pêwendiyên her du welatan.
Di daxuyaniyê de hatiye ziman ku ewê li ser operasyonên xwe li Başûrê Kurdistanê berdewam bin.
Basnews
