• Friday, 13 February 2026
logo

Dadgeha Resafe tometên li ser Rêbwar Talebanî red kirin

Dadgeha Resafe tometên li ser Rêbwar Talebanî red kirin
Dadgeha federalî ya Iraqê biryara dawî li ser serokê encumena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî da, ku bi gendeliyê hatibû tohmetbarkirin.

Birayê serokê encumena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî, Bextiyar Talebanî li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, îro dadgeha federalî ya Iraqê li ser dosyeya Rêbwar Talebanî biryara dawî da.

Bextiyar Talebanî daye zanîn, li gorî biryara dadgehê ti sûcekî Rêbwar Talebanî nîne û ew tohmetên ku arasteyî wî hatine kirin, pûç in.

Birayê Rêbwar Talebanî spasiya Serok Barzanî jî kiriye û gotiye, Barzanî gelekî di xema wê dosyayê de bû û tîmek taybet jî bo wê yekê pêk anîbû.

Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî li dadgehê gilî li serokê encumena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî kiribû û ew bi gendeliyê tohmetbar kiribû.

Waar.tv
Top