PDK û YNK îro li Silêmaniyê dicivin
Lemya Resûl peyamnêra WAARê li Silêmanîyê ragehand; Şandên PDKê û YNKê îro li bajarê Silêmanîyê li baregehê mekteba sîyasî ya YNKê civîyan û ev civîn jî jbo çawanîya yekalkirina postê parêzgerê Kerkûkê û bilezkirina gavên pêkanîna hikumeta nû ya herêma Kurdistanê ye.
Diyar jî kir: YNK dê lîsteka nû ya berbijarên xwe jibo postê parêzgerê Kerkûkê bixe himberî şanda PDKê û PDK jî dê boçûna xwe li ser berbjaran rabigehîne.
Şanda PDKê bi serokatîya Mehmûd Mihemed peyivdarê PDKê û herweha endametîya her yek ji Dilşad Şehab, Ferset Sofî ye, şanda YNKê jî bi serokatîya Qadir Heme Can û endametîya Letîf Şêx Omer, Xalid Şiwanî û Şalaw Kusret Resûle.
Di dawî civîna PDKê û YNKê da ku li heftîya borî li Hewlêrê hatbû kirin, lijneyek bo çarekirina pirsa parêzgerê Kerkûkê hatbû pêkanîn.
Waar.tv
