• Friday, 13 February 2026
logo

Cotkarên Şingalê êdî genimê xwe nadin hikûmetê

Cotkarên Şingalê êdî genimê xwe nadin hikûmetê
Berpirsê depoya genim ya Şingalê ragihand, cotkarên Şingalê genimê xwe nadin hikûmeta Iraqê û li bazara azad difroşin.

Berpirsê depoya genim ya Şingalê Gazî Elyas ji BasNewsê re got, cotkarên Şingalê êdî genimê xwe teslîmî depoyê nakin ji ber ku rastî gelek pirsgirêkan tên.

Gazî Elyas her wiha got, ji ber ku depoya Şingalê di şer de ziyanek mezin dîtiye, cotkarên Şingalê neçar dimînin genimê xwe bidin depoya bajarê Tilehferê, ji ber wê jî rastî gelek arîşeyan tên.

Gazî Elyas her wiha got, cotkarên Şingalê di rêka depoyê de gelekî gîro dibin. Hinek ji wan 15 rojan di rêza depoyê de dimînin û rastî gelek arîşeyan tên. Ji xwe diravê genimê wan jî gîro dibe. Ji ber wê jî genimê xwe li bazara azad difroşin.

Berpirsê depoya Şingalê da zanîn ku wan daxwaz kirine depoya Şingalê were nûjenkirin û got, lê hîn ti kesî bersiva me nedaye.

Top