Dewleta Tirkiyê nehîşt birayê Ocalan wî bibîne!
Duhî birayê rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan bi fermî daxwaz kir li girtîgeha Îmraliyê kekê xwe bibîne.
Li gorî agahiyan, lê daxwaza wî nehat qebûlkirin.
Di demekî de daxwaza dîtina Ocalan tê redkirin ku di dema hilbijartinên serokatiya şaredariyan yên Tirkiyê de bi taybet di dema hilbijartinên serokatiya şaredariya Stenbolê de, dewletê rê dabû him malbat him jî parêzer herin dîtina Ocalan. Du rojan beriya hilbijartina 23 Hezîran ya Stenbolê jî, akamdemîsiyenekî kurd li ser daxwaza MÎTê çûbû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribû.
Ocalan jî bi rêka wî nameyek ji HDPê re şandibû û daxwaz jê kiribû bila kurd di hilbijartinên Stenbolê de “bê alî” bimînin. Ev banga Ocalan wek piştevanîkirina AKPê hatibû şirovekirin.
Basnews
