Bakûr – Li Colemêrgê komandoyekî Tirkiyê hat kuştin
Walîtiya Colemêrgê ragihandiye, pêr li gundê Doganli yê Colemêrgê şer di navbera hêzên Tirkiyê û PKKê de derketibû. Di wî şerî de komandiyek birîndar bibû ji ber wê jî li nexweşxaneya Colemêrgê dihat dermankirin.
Li gorî agahiyên walîtiyê, ew komando duhî ji ber giraniya birînên xwe can da.
Basnews
