Li Rojhilat ji ber lehiyê 3 kesan canê xwe ji dest dan
Êvara derbasbûyî, ji nişka ve baraneke xurt li bakurê Xoy yê ser bi parêzgeha Urmiyê barî û bû sedema rabûna lehiyê.
Di encama wê lehiyê de, li navçeya Kotolê ya ser bi bajarê Xoyê, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Qaymeqamê Xoyê ji medyayên Îranê re gotiye ku 2 jin û zarokek ku di bin pirekê de rûniştibûn, ji nişka ve lehiyeke xurt rabûye û her sê kes di lehiyê de xeniqîne û piştî saetekê termên wan hatin dîtin. Yek ji wan jinan ducanî bûye.
Qaymeqamê Xoyê herweha dibêje ku li heman navçeyê 2 kesên din jî bi sedema lehiyê birîndar bûne.
Rudaw
