• Friday, 13 February 2026
logo

Hikûmeta Herêmê: Divê çekdarên PKKê ji gundan dûr bikevin

Hikûmeta Herêmê: Divê çekdarên PKKê ji gundan dûr bikevin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê bombebarana Tirkiyê û hebûna çekdarên PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê de belav kir û ragihand, çekdarên PKKê bi xemsarî jiyana xelkê gundên sînorî xistiye metirsiyê û divê PKK ji gundan dûr bikevin.

Di daxuyaniya Hikûmetê de hatiye, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiranî û nigeraniya xwe ya kûr ji bo qurbaniyên sivîl ên di encama bombebarana navçeyên sînorî yên bi Tirkiyê re derdibirîne û serxweşiyê li kesûkaranên wan dike.”

Di daxuyaniyê de hat, “Hebûna çekdarên PKKê li wan navçeyan û nêzîkbûn û hatina bi qest nava gundên û deverên sivîl, bi xemsarî jiyana gundiyên wan navçeyan xistiye metirsiyê û herwiha bûne rêgir li pêş vegera jiyan û avedankirinê.”

Amaje bi wê kir, “Hikûmeta Kurdistanê qebûl nake û rê nade xaka wê ji bo têkdana asayişa welatên cîran bikar bê û jiyana xelkê Herêma Kurdistanê bikeve metirsiyê.

Di daxiyaniya Hikûmeta Kurdistanê de hat, divê gundên sînorî nebe meydana şer û pevçûnên leşkerî û bombebaranê. Divê çekdarên PKKê ji gundan dûr bikevin û wan nexin bin metrisiyê.

Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bûyer û bombebaranên çend rojên bûrî li navçeyên sînorê nîgeraniya xwe gihandiye Tirkiyê û daxwaz dikin ew dubare nebin.”

Top