Pêvajoyeke nû ya çareseriyê di rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ye
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxwaz dike ku ev pirs bo nav Parlamentoya Tirkiyê bê veguhestin û li wir gotûbêj li ser bê kirin. Herwiha daxwazê dike, ku bi rêya guhertinên destûrî, çareserî cihê xwe di nav destûrê de bigire. Aliyên opozisyona Tirkiyê jî daxwaz dikin, Parlamento bibe lêvegera çareseriyê.
Hilbijartinên şaredariyê li Stenbolê bidawî hatin, deriyê Îmralî li ber parêzerên Abdullah Ocalan hat vekirin, bi vê yekê re jî, jinûve destpêkirina pêvajoya aştî û çareseriya pirsa Kurdî careke din li Tirkiyê bûye rojev.
Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli piştî dubarekirina hilbijartinên Stenbolê, bal kişand ser vejandina pêvajoya çareseriyê û da xuyakirin, ku divê destûrekê li Tirkiyê li ser bingeha wekheviyê bê danîn.
Tevî ku heya niha ti pêgaveke pratîk di vî warî de nehatiye avêtin, lê berpirsên AK Partiyê jî tekeziyê li ser mafên Kurdan û peydakirina aştiyê li seranserê Tirkiyê dikin.
Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê jî, hejmarek sazî û rêxistin kom dibin û herî zêde giringiyê didin jinûve destpêkirina proseya aştî û çareseriyê û daxwazên xwe bi awayekî fermî pêşkêş dikin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî, piştevaniya xwe bi temamî ji bo aktîvkirina pêvajoya çareseriya pirsa Kurdî nîşan daye û bi roleke giring radibe, bo komkirina xalên hevbeş û daxwazên herdû aliyan, daku bi rêya diyalogê, ev pirs bê çareserkirin.
Piştevaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, nîşandan nermiyê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, mercên HDPê û aliyên opozisyonê, dibin bingeh bo jinûve destpêkirina proseya çareseriya pirsa Kurdî, lê heya niha ne xuya ye, kengî, çawa û bi çi mekanîzmê ev pêvajo dê destpê bike.
Rudaw
