Hikûmeta Kurdistanê: Em gelek dilgiranin û lazime tobaran kirin were rawestandin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hebûna hêzên PKKê li Başûrê Kurdistanê û bordimana sivîlan ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku PKK bi enqest derbasî nav gundan û deverên sivîl yên Başûrê Kurdistanê dibe û dibe sedema wê ku sivîl rastî êriş û bordimanê bên.
Hikûmeta Kurdistanê herwiha ragihandiye, ew qebûl nakin PKK û ti hêzekî din xaka Herêma Kurdistanê ji bo têkdana asayişa welatên cîran bikar bînin û jiyana xelkê Herêma Kurdistanê bixin metirsiyê.
Hikûmeta Kurdistanê, nîgeraniya xwe ya kûr li hember kuştina sivîlan nîşan daye û ragihandiye, ew qebûl nakin gund û deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bibin meydana şerê serbazî û bordimanê û divê çekdarên PKKê jî ji gundan dûr bikevin.
Di daxuyaniya hikûmetê de hatiye ragihandin ku Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe li hember bordimana sivîlan gihandiye rayedarên hikûmeta Tirkiyê.
