Mihemed Bin Zayid pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir
Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê, peywendiya telefonî îro pêncşemê 27ê Hezîrana 2019an hatiye encamdan, Nêçîrvan Barzanî û Şêx Mihemed Bin Zayid Al Niheyan tekezî li bihêzkirina peywendiyên Îmarat û Herêma Kurdistanê û pêşvebirina hevkarî û hevahengiya navbera herdu aliyan kirin.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî spasiya Şêx Mihemed Bin Zayid Al Niheyan kiriye û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û hevkariyên Îmaratê cardin aniye ziman, bi taybetî jî ji bo awareyên Iraqê yên li Herêma Kurdistanê, herwiha bal kişandine ser rol û çalakiyên Desteya Heyva Sor a Îmaratê û Saziya El Xelîfe ya Alîkariyên Mirovî û spasiya alîkariyên wan kirine.
Basnews
