• Friday, 13 February 2026
logo

Duhok.. Dîtna ciheke şûnwarî ku dîroka wê bu 1600 salan B.Z vedgere

Duhok.. Dîtna ciheke şûnwarî ku dîroka wê bu 1600 salan B.Z vedgere
Li parêzgeha Duhokê yek ji kevintirîn cihên şûnwarî hat dîtin ko bajêrekê Dewleta Mîtanîyan e û çendîn avahî û qesir û destnivîsên bizmarî têde hatîne dîtin.

Şarezayên şûnwarî dîtina wî bajêrî bi mezintirîn destkevtê şûnwarî dizanîn di vî çerxî de, kû dîroka wê bo 1600 salan berî zayînê vedgere.

Profîsyoreke şareza di bwarê şûnwaran de dibêje:" Kurdistan ya tijî chên şûnwarîye û dikarîn kurdistanê bikîn navendeke gring a şûnwarî li cîhanê "

Zanayên şûnwarî yên Kurd û Elmanî navendeka mezin a Dewleta Mîtanîyan aşkere kir ku bi bajêrê (Zaxîko) tê naskirin li ser kenara rojhlata rûbarê Dîcle, li Xankê, li nêzîk bajêrokê Sêmêlê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve, ko têda çendîn telar, avahî , qesir û destnivîsên bizmarî hatîne dîtin

Vedîtna vî chê şûnwarî bi mezintirîn vedîtnên şûnwarî li vî çerxî û bi belgeyeke xuristî tê hejmartin li ser karên hevbeşên Kurdî - Elmanî

Bi dîtna profîsor Zahr Husên: Parêzgeha Duhokê di vedîtna cihên nû yên şunwarî cihek taybet heye û bi hemahengî li gel şarezayên bîyanî dikarin Kurdistanê bikin navendek giringa şûnwarîyê li cîhanê

Dîtna bajêrê Mîtanîyan ko dîroka wî bo 1600 salani berî zayînî vedgere , bi mezintrîn destkevt di dîroka Kurdistanê û mirovatîyê de tê nasîn.

Dîtna van core şûnwarên kevnar jî wê çendê diselmîne, ku di kevin de Kurdistan landika şaristanîyetan bûye û bi berdewam jîyan li ser vê axê hebûye.

K24
Top