Şêniyên Sîdekan: Ji ber PKKê em ji gundê xwe derketine
Azad Mihemed ku xelkê gundê Xelîfan a ser bi Sîdekan e, ji malpera KDPinfoyara axiviye û gotiye: “Em nikarin 200 metrî ji gund dûr bikevin û kar û jiyana me nemaye. BI rastî hebûna PKK û navendên wê û bordûmana Tirkiyê, jiyana me bi temamî reş kiriye û em daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê dikin ku çareseriyekê ji vê yekê re bibîne. Eger çareserî neyê dîtin em neçar in ji gundên xwe bar bikin.”
Herwiha hemwelatiyê bi navê Xalid Şerîf, ku ew jî şêniyê Sîdekan e, ji malpera KiDPinfoyê ra dibêje: “Balafirên Tirkiyê li nava gundan jî didin û vê yekê tirseke mezin li cem xelkê çêkiriye û êdî gundî newêrin ji malên xwe derkevin, lewma jî daxwaz dikin ku sînorek ji vê yekê re bê dîtin û PKK navend û cihên xwe ji gundan dûr bike da ku careke din nebin qurbanî û ji bo ku em gundên xwe vala nekin.”
Rêveberê Nahiyeya Sîdekan Îhsan Çelebî jî amake bi wê yekê kiriye ku ji 15ê meha Gulanê va rojane Tirkiye navçeyên Sîdekan ji ber PKKê topbaran û bombebaran dike. Çelenî wiha dewam kir: “Di wê demê de bi sedan donim zevî û dar û rez û baxên welatiyan hatine şewitandin û gundî bê pûş mane. Heriwha ajelên wan jî dibin qurbanî wan bordûmanan. Herwiha 3 welatî jî birîndar bûne, ku ew jî ji ber PKKê ye. Hema îro navçeyên Xinêre û Bêrkme û Xakurk hatin bordûmankirin.”
Basnews
