Li Bexdayê xwepêşanderan avêtin ser Balyozxaneya Behreynê
Xwepêşanderan ji Konferansa Mename nerazîbûna xwe nîşan dan, ku rojên sêşem û çarşemê li Menameya paytexta Behreyn birêve çû li jêr navê Aştî ji bo Pêşveçûnê bi beşdariya çend welatên Erebî û cîhanî.
Di konferansê de zavayê Trump, Wezîrê Gencîne yê Amerîkayê û Rêveberê Sindoqa Dirav a Navdewletî beşdar bûn.
Ev konferans ji bo piştevaniya aborî ye ku Koşka Spî çend roj berê ragihand ji bo veberhênana 50 milyar dolarî li Filistînê.
Iraq, Îran û çendîn welatên din, bi taybetî dewleta Filistînê li dijî wê projeya Amerîkayê ne û bi wê yekê bi nav dikin ku bi rêya aboriyê ve dagirkirina Filistînê ye.
