Artêşa Tirkiyê êrîşî pêgehên hêzên Sûriyê kir
Di daxuyaniyê de tê gotin, ew pêgehên Artêşa Sûriyê ku ji wan ve êrîşî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê dihate kirin, ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve bûne armanc.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje, lêdana pêgehên Artêşa Sûriyê di çarçoveya bersiva êrîşên wan hêzan bo ser xalên çavdêriyê yên Artêşa Tirkiyê de hatiye encamdan.
Zêdetirî mehekê dibe ku Artêşa Sûriyê li bakurê Hemayê û başûrê Idlibê çend caran xalên çavdêriyê yên Artêşa Tirkiyê kiribûne armanc.
Herî dawî, hêzên Sûriyê xala çavdêriyê ya jimare 10 a Aerêşa Tirkiyê li başûrê Idlibê kiribûne armanc ku di encamê de serbazekî Tirkiyê hatibû kuştin û 3 serbazên din ên wî welatî jî birîndar bibûn.
Rudaw
