• Friday, 13 February 2026
logo

Çekdarên DAIŞê êrişî gundekî Mûsilê kirin – Kuştî û birîndar hene

Çekdarên DAIŞê êrişî gundekî Mûsilê kirin – Kuştî û birîndar hene
Çekdarên DAIŞê êrişî gundekî Mûsilê kirin û komek jin û zarok kuştin û birîndar kirin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê medyaya Iraqî ve hatine belavkirin, îro danê sibê çekdarên DAIŞê êrişî gundê Xezreciye yê nahiya Behac ya Mûsilê kirin.

Li gorî agahiyan, dema çekdarên DAIŞê êriş kirin gundiyan jî bi çekan bersiv dan ji ber wê jî şerekî giran derket. Di encamê de herî kêm 2 jin hatin kuştin, komek zarok û mezinekî wê deverê bi navê Betah Gihêt jî birîndar bûn.

K24
Top