Dibe encama hilbiartina Stenbolê guhertinan di siyaseta Tirkiyê de bike
Opozisyona Tirkiyê bi bidestxistina Serokatiya Şaredariya Bajarê mezin a Stenbolê serkeftineke mezin bidest anî. Ekrem Îmamoglu serkeftina xwe weke pêngavek bo bihêzkirina proseya demokrasiyê li wî welatî da zanîn.
Serokê Desteya Bilind a Hilbijartina Sadî Guven derbarê amarên hilbijartinan de got: “Ji sedî 100 ya dengan derbasi nava sîstemê bûne, hejmara dengderên tomarkirin 10 milyon 560 hezar û 963 kes bû , lê hejmara kesên ku deng dane 8 milyon û 925 hezar û 63 kes bûne, dengên dirûst 8 milyon û 746 hezar û 464 dengên ku nehatine hesabkirin 178 hezar û 599 deng û rêjeya beşdariyê %84.5 bûye û Ekrem Îmamoglu 4 milyon 741 hezar û 868 ku dike %54.21 ya dengan û Bînalî Yildirim 3 milyon û 935 hezar û 453 ku dike %44.99 ya dengan.”
Piştî ku AK Partiyê ragihand di hilbijartina 31 Adarê de saxtekariyeke mezin di berjewendiya berbijêrê CHPê de li Stenbolê hatiye kirin, Desteya Bilind a Hilbijaritinê biryar da hilbijartin bê dubarekirin.
Roja 23yê Hezîranê piştê ku encamên destpêkê yên dengdanê eşkere bûn, bi deh hezaran ji alîgirên opozisyonê li Stenbolê şahî saz kirin, Ekrem Îmamoglu jî serkeftina xwe weke pêngavek bo bihêzkirina proseya demokrasiyê li wî welatî da zanîn.
AK Partiyê ji sala 2002ê ve li Tirkiyê desthilatdar e, Receb Teyîb Erdogan destpêkê Serokwezî bû û piştre bûye serokomarê Tirkiyê.
Di dema 15 salan de gelên Tirkiyê piştevaniya AK Partiyê kirine lê kirîza aborî, guhertina siyaseta li hember pirsa Kurd û hin karên piştî darbeya sernekeftî ya 15 Tîrmeha 2016ê xelk dilgiran kirin.
Encama hilbijartine dibe ku guhertineke mezin di siyaseta Tirkiyê de bike ji ber ku niha 3 metropolên wê welatî di destê opozisyonê de ne.
Şirovekarê siyasî Sînan Ulgen dibêje: “Ew yek dê bandorê li ser siyaseta Tirkiyê di siberojê de bike. encama hilbijartinê haydariyeke bo AK Partiyê.”
Heta niha ti helwêstek ji aliyê AK Partiyê ve nehatiye dîtin, lê behsa wê yekê tê kirin ku guhertin di kabîne û siyaseta derve de bê kirin û dibe ku hilbijartina pêşwexte ya parlamentoyê jî bê kirin.
Rudaw
