Di teqîna li Qamişlo de 5 kes birîndar bûn
Li gor nûçeyeke anhayê beriya çend kêliyan li taxa Hilêliyê ya rojavayê bajarê Qamişlo li nêzî geraca servîsan motorsêklêteke bombekirî teqiya.
Di teqînê de 5 sivîl bi sivîk birîndar bûn. Hêzên Hawarê birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Hêzên Asayîşê li ser teqînê lêpirsîn dan destpêkirin.
