• Friday, 13 February 2026
logo

ZINDÎ - Hilbijartina Stenbolê birêve diçe

ZINDÎ - Hilbijartina Stenbolê birêve diçe
Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê seat 08.00 dest pê kir û biryar e saet 17.00 bidawî bibe. Di hilbijartinê de 10 milyon û 560 hezar û 963 dengder di 31 hezar û 342 sindoqan de dengê xwe bikar tînin.

Îro 23yê Hezîranê niştecihên Stenbolê careke din diçin ser sindoqên dengdanê û serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hildibijêrin.

Di hilbijartina îro de, 4 berbijêr hene, lê 2 berbijêrên serekî hevrikiyê li ser şaredariya bajarê Stenbolê dikin.

Berbijêrê Hevpeymaniya Milet ji bo hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, di hilbijartinên 31ê Adarê de serkeftin bidest xistibû, lê ji ber nerazîbûna AK Partiyê, encamên wan hilbijartinan hatin hilweşandin.

Yek ji berbijêran ê CHPê Ekrem Îmamoglu ye.

Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhûr ku ji AK Partî û MHPê pêk tê, ji bo hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Binalî Yildirim e.

14.00 Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê dicive



Yüksek Seçim Kurulu

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê bo gotûbêjkirina daxwazên AK Partî û CHPê yên derbarê mohra ser zerfên dengdanê dicive.

Li gor medya Tirkiyê, li Stenbolê di hejmarek sindoqên dengdanê de beşek ji zerfan bi xeletî mohra "hilbijartina parlamento" li ser wan heye û hineke din jî bê mohr in.

AK Partî û CHP ji bo ew deng bên pesendkirin daxwazên xwe pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinan kirine.

Biryar e Desteya Bilind a Hilbijartinan bi armanca daxwazên AK Partî û CHPê demjimêr 14:00ê bicive û derheqa mijarê de biryara xwe bide.



13.00 Buldan: Îro dê ji sindoqan azadî, aştî û yekitî derbikeve



Embedded video

Rûdaw Kurdî

@RudawKurdi
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn #Buldan dengê xwe da. #HilbijartinênStenbolê #HDP

5
3:23 PM - Jun 23, 2019
See Rûdaw Kurdî's other Tweets
Twitter Ads info and privacy

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan ji bo hilbijartina Şaredariya Mezin a Stenbolê ya ku tê nûkirin dengê xwe da. Buldan got ku ew ji dil û can bawer dike dê îro sindoqên dengdanê azadî, aştî û yekitî derbikeve.



Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan li Dibistana Murat Kuluk a Bakirkoyê dengê xwe bikar anî û got: “Bila ji bo dahatûya Tirkiyê li ser xêrê be. Ez hêvî dikim ku dengên îro bêne bikaranîn ne tenê çarenivîsa Stenbolê, di heman demê de çarenivîsa tevahiya Tirkiyê jî veguherîne. Ez ji dil û can bawer dikim îro dê ji van sindoqan azadî, aştî û yekitî derbikeve.”

Pervin Buldan anî zimana ku xwezî dengên di 31ê Adarê de û îradeya hatî nîşandan bihata qeebûlkirin û pêwîstî bi hilbijartina îro neba û wiha pê de çû: “Lê îradeya gel binpê kirin, tehemula îradeya gel nekirin, lewma em îro dubarê têne ser sindoqan. Ez ji dil û can bawer dikim ku îro dê ji sindoqan demokrasî derkeve. Hilbijartina Stenbolê li me hemûyan pîroz be.”


12.25 12.25 Erdogan: Berbijêrên Stenbolê dê birayara herî baş bidin




Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li navçeya Uskudar çû ser sindoqê û dengê xwe bikar anî. Erdogan got ku dengdêrên Stenbolê dê ji bo bajarê xwe biryara herî baş bidin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî ku li Dibistana Safet Çebiyê ya Uskudarê dengê xwe da, got: "Li gor min hilbijêrên Stenbolê dê ji bo Stenbolê biryara herî di cih de bidin. Ez dibêjim bila li ser xêrê be.

Erdogan herwiha got: "Ez pêşvabirina pêvajoyeke ji bo Stenbola me, ji bo dahatûya Stenbola me, bi tecrubeya xwe, bi dînamîzma xwe, bi yekbûna Stenbol û Eqereyê re pir bifeyde dibînim."

12.17 12.17 Îmamoglu: Em li benda encameke baş in

Embedded video

Rûdaw Kurdî

@RudawKurdi
Berbijêrê CHPê Ekrem #Îmamoglu dengê xwe da. #HilbijartinênStenbolê #CHP

1
12:58 PM - Jun 23, 2019
See Rûdaw Kurdî's other Tweets
Twitter Ads info and privacy

Berbijêrê CHPê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ligel hevjina xwe Dilek Îmamoglu li Dibistana Haldin Taner a li navçeya Beylikduzuyê dengê xwe bikar anî.

Li binkeya dengdanê qelebalixeke zêde ya xelkê pêşwazî li Ekrem Îmamoglu kir.

Îmamoglu piştî dengê xwe bikar anî destnîşan kir ku hilbijartina Stenbolê ne tenê ji bo dahatûya wî bajarê di hemnan demê de ji bo dahatûya tevahiya Tirkiyê girîng e, û got: “Îro roja dubare rastkirina şaşiyan e, roja parastina behayên demokrasiyê ye bo îro û siberoja me û bi hilbijartinên siberojê, xelkê Stenbolê bi wîjdan hatine û bi slogana hef, maf û dadwerî beşdar dibin û piştrast im biryara harî baş û rast didin, hêvîdar im bob ajar û welatê me bibe cihê xêrê. Di dawiya rojê de her tişt gelekî xweşik dibe."

11.45 Akşener: Beşdarî bilind e




Seroka Giştî ÎYÎ Partiyê Meral Akşener li Dibistana Amadehî ya Haci Sabanci dengê xwe bikar anî.

Seroka Giştî ÎYÎ Partiyê Meral Akşener navçeya Uskudarê dengê xwe da. Akşener got: “Xwezî hilbijartina 31ê Adarê nehata dubarekirin, lê made hilbijartin hatiye dubarekirin, em jî dê erka xwe pêk bînin. Li gor zanyariyên me bidest xistine rêjeya beşdariyê bilind e.”

Akşener herwih da zanîn ku dê li Stenbolê encamên hilbijartinê bişopînin.

11.35 Yildirim: Min neheqî kiribe heqê xwe helal bikin





Berbijêrê AK Partiyê yê , ji bo hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Binalî Yildirim dengê xwe li navçeya Tuzlayê dengê xwe da.

Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhûr ku ji AK Partî û MHPê pêk tê, ji bo hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Binalî Yildirim dengê xwe li Tuzlayê da.

Yildirim piştî dengê xwe bikar anî, got: "Biryara gelê Stenbolê li ser ser û çavê me ye, teqez dê biryara herî rast bidin, ez ji dil bi vê yekê bawer im. Çi bi zanetî çi ne bi zanetî, heger me li hemberî birayên me yên Stenbolî û hevrikên me xeletî û neheqî kiribe bila heqê xwe helal bikin."

Berbijêrê AK Partiyê herwiha got: “Ji bo ku Stenbol bibe bajarekî cihanî, hilbijartin firsendeke girîng in ku em tecrubeyên xwe yên salan ku me li seranserê welat bi dest xistine, bi kar bînin. Ji bo Stenbol û welatê me ev hilbijartin bila li ser xêrê be.”

Binali Yildirim diyar kir ku dibe di heyama kampanya hilbijartinê de dilê hinekan şkestî beû û got: “Di navbera hevrikan de jî çêbibe an jî dibe ku ji welatiyên me jî dilê hinekan bişkê. Lê belê îro roj, roja lihevhatinê ye, roja vegerandina awir û nêrînan a ber bi dahatûyê ve ye.”

11.30 Temellî: Em dê li ser rêya sêyemîn a demokrasiyê bimeşin


Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temelî ragihand ku dê di rêya sêyemîn de meş û tekoşîna xwe berdewam bikin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temelî li Dibistana Seretayî ya Halîl Vedat Firtinali ya Yenîkoya Bakirkoyê piştî dengê xwe da, got: “Rêya rizgarkirina ji dubendî û cudakariyê rêya sêyemîn a demokrasiyê ye.”

Temellî, destnîşan kir ku piştî hilbijartina Stenbolê ew dê ji bo demokrasiyê têkevin rêyek dûr û dirêj a aştî û demokrasiyê û got: “Heta Komara Demokratîk bê avakirin em dê di vê rêyê de meşa xwe berdewam dikin. Têkoşîna me ya rêya sêyemîn a Komara Demokratîk û Neteweya Demokratîk dê berdewam be."

10.05 Soylu: Hilbijartinê bê pirsgirêk dest pê kir

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ligel hevjîna xwe Hamdiye Soylu li Dibistana Dobruca ya navçeya Gaziosmanpaşa di sindoqa hejmar 1004 de dengê xwe bikar anî.

Suleyman Soylu piştî ku dengê xwe bikar anî, got: “Bila li ser xêrê be. Spas ji Xwedê re gelê me yê Stenbolê bê pirsgirêk bo dengdanê diçin ser sindoqan. Ez hêvdarim niştecihên Stenbolê bi awayake aram dê dengê xwe bidin. 51 hezar û 909 karmendên ewlehiyê ji bo aramiya hilbijartinan îro kar dikin.”

08.00 Hilbijartinê dest pê kir


Îro Yekşemê 23ê Hezîranê, 10 milyon û 560 hezar û 963 kes, serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hildibijêrin. Proseya dengdanê demjimêr 08:00ê serê sibehê destpê kir û demjimêr 17:00 bidawî dibe.

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, di hilbijartina Stenbolê de 10 milyon û 560 hezar û 963 kes deng didin. Nêzîka 2 milyon û 500 hezar ji wan dengderan Kurd in. Pênc milyon û 348 hezar û 658 dengder jin û 5 milyon û 212 hezar û 305 dengder jî mêr in.

Bo hilbijartina serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li 39 navçeyên bajêr deng tên dayîn û 31 hezar û 342 sindoq hatine danîn. Ji van 62 sindoq li girtîgehan û 156 sindoqên gerok bo kesên bi temen an nexweş tên bikaranîn.

Di vê hilbijartinê de 68 hezar û 17 kes di dema navbera 31ê Adar û 23ê Hezîranê de ji ber van sedeman mafê wan ê dengdanê nîne: 33 hezar û 775 kes leşker in, 8 hezar û 93 kesan ceza xwarine, 4 hezar û 663 kes pirsgirêka wan a navnîşan heye, 21 hezar û 157 kesan koça dawî kirine û 359 kes nasnameya wan nemaye yan ji dest dane.

Berbijêrê CHPê Ekrem Imamoglu, Berbijêrê AK Partî Binali Yildirim û Berbijêrê Partiya Seadetê Necdet Gokçinar bo bidestxistina postê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hevrikiyê dikin.



Roja 31ê Adara 2019ê hilbijartinên xwecihî yên Tirkiyê hatin kirin. Berbijêrê CHPê Ekrem Îmamoglu bi cudahiya 13 hezar û 773 dengan hat hilbijartin, roja 17ê Nîsanê belgenameya destbikarbûnê wergirt, lê roja 4ê Gulanê bi biryara Encûmena Komisyarên Desteya Bilind a Hilbijartinan Îmamoglu ji kar hat dûrxistin, biryara hilweşandina hilbijartina Stenbolê û dubarekirina wê di 23ê Hezîranê de hat dayîn.

Roja hilbijartinê piştî saet 21.00ê dê hemû weşan serbest bin, lê eger Lijneya Bilind a Hilbijartinê hewce bibîne dê bikare qedexeya weşanê beriya saet 21.00ê rake.



7.50 Fermanberên ser sindoqan sond xwarin



Berî destpêkirina proseya dengdanê fermanberên ser sindoqan sond xwarin.



Fermanberan gotin: "Bêyî di bin ti bandorekê de bimînim, bêyî ji kesekî bitirsim, ji bo tam û rast encamên hilbijartinê bên diyarkirin, bi şeref û namûsa xwe sond dixum ku erkê xwe li gor qanûnê cîbicîh bikim."

Rudaw
Top