• Friday, 13 February 2026
logo

Umêd Xoşnaw: Berî bêhnvedana havînê ya parlamentoyê dê kabîneya nû bê pejirandin!

Umêd Xoşnaw: Berî bêhnvedana havînê ya parlamentoyê dê kabîneya nû bê pejirandin!
Serokê fraksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê, ku heman demê de endamê şandeya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê ye di serokatiya Mesrûr Barzanî de, dema pejirandin û dengê baweriyê ya kabîneya nû aşkera kir.

Umêd Xoşnaw ragehand, guftûgo li gel aliyên ku beşdarin li hikûmetê dikin û hemû rêkeftin temam bûne. Naha serokwezîrê hatiye erkdar kirin li benda navê namzedên aliyane ku kabîneyê pêşkeşî parlamentoyê bike.

Herwaha diyar kir serokatiya parlamentoyê roja civînê dê diyar bike û pejirandin û dengê baweriyê dana kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê dê bê kirin.

Herwaha malpera fermî ya PDKê jî aşkera kir, her aliyekî di dema hatî diyar kirin de namzedê xwe pêşkeş neke, ji bo wan prose nayê paşxistin û civîn dê dema xwe de birêve biçe. Serdan jî hemû bi dawî bûne û li benda wergirtina CVyan in.

Basnews
Top