Herêma Kurdistanê û Amerîka protokolekî îmza dikin!
Îro 23.06.2019ê Yekitiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Herêma Kurdistanê û Odeya Bazirganiya Amerîkayê protokolekî bazirganî dê li Hewlêrê îmza bikin.
Îmza kirina wê protokolê wê bi amadebûna nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Abdulrehman ve bê îmza kirin.
Li gor zanyariyên berdest, yekem care Odeya Bazirganiya Amerîkayê protokolekî waha li gel Odeya Bazirganiya Herêma Kurdistanê û Iraqê îmza dike.
Basnews
