Îmamoglu: Em li benda encameke baş in
Berbijêrê CHPê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ligel hevjina xwe Dilek Îmamoglu li Dibistana Haldin Taner a li navçeya Beylikduzuyê dengê xwe bikar anî.
Li binkeya dengdanê qelebalixeke zêde ya xelkê pêşwazî li Ekrem Îmamoglu kir.
Îmamoglu piştî dengê xwe bikar anî destnîşan kir ku hilbijartina Stenbolê ne tenê ji bo dahatûya wî bajarê di hemnan demê de ji bo dahatûya tevahiya Tirkiyê girîng e, û got: “Îro roja dubare rastkirina şaşiyan e, roja parastina behayên demokrasiyê ye bo îro û siberoja me û bi hilbijartinên siberojê, xelkê Stenbolê bi wîjdan hatine û bi slogana hef, maf û dadwerî beşdar dibin û piştrast im biryara harî baş û rast didin, hêvîdar im bob ajar û welatê me bibe cihê xêrê. Di dawiya rojê de her tişt gelekî xweşik dibe."
Roja 31ê Adara 2019ê hilbijartinên xwecihî yên Tirkiyê hatin kirin. Berbijêrê CHPê Ekrem Îmamoglu bi cudahiya 13 hezar û 773 dengan hat hilbijartin, roja 17ê Nîsanê belgenameya destbikarbûnê wergirt, lê roja 4ê Gulanê bi biryara Encûmena Komisyarên Desteya Bilind a Hilbijartinan Îmamoglu ji kar hat dûrxistin, biryara hilweşandina hilbijartina Stenbolê û dubarekirina wê di 23ê Hezîranê de hat dayîn.”
Rudaw
