• Friday, 13 February 2026
logo

Îran: Amerîka bi berpirsatî tevnegere, dê leşkerên xwe bixe metirsiyê

Îran: Amerîka bi berpirsatî tevnegere, dê leşkerên xwe bixe metirsiyê
Fermandarekî pilebilind ê artêşa Îranê hişyariyê dide Amerîka û dibêje, divê hikûmeta Amerîka bi berpirsatî riftarê bike, ji bo jiyana leşkerên xwe biparêze.

Fermandarê Operasyona “Xatim Enbiya” Lîwa Xulam Elî Reşîd ragihand, Îran niha di qonaxa rûbirûbûna stratejîk de ye, ji bo parastina aramiyê û çespandina karînên xwe yên rûbirûbûna hevpeymaniya Amerîkî, Îsraîlî û Siûdî.

Wî generalê Îranî tekez dike, divê hikûmeta Amerîka kiryarên şaş li navçê neke û bi berpirsatî tevbigere, ji bo hêzên xwe biparêze û jiyana leşkerên nexe metirsiyê.

Aloziyên di navbera Amerîka de bêhtir kûr bûn, bi taybet piştî xistina Îranê ji firokeyeke bêfirokvan a Amerîkî re ku gotibû, ew firoke ketibû esmanê wê. Lê Pentagonê daxuyaniya Îranê red kiribû û gotibû, firokeya wê li esmanê navdewletî digeriya.
Top