• Friday, 13 February 2026
logo

Dengderên Stenbolê bi bendewariyeke zêde diçin navendên dengdanê

Dengderên Stenbolê bi bendewariyeke zêde diçin navendên dengdanê
Îro Yekşemê demjimêr 08.00 navendên dengdanê bo dengderên Stenbolê hatin vekirin. Stenbolê bi bendewariyeke zêde û ji hilbijartina derbasbûyî cuda, bi germî diçin navendên dengdanê.



Îro 23yê Hezîranê niştecihên Stenbolê ji ber dubarekirina hilbijartinan diçin ser sindoqên dengdanê û serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hildibijêrin.



Yek ji akinciya Stenbolê dibêje: “Hêvîdar im ev hilbijartin bo welatiyian xêr û bereket bê. Ji xeynî vê tiştekî din nabêjim. Dubarekirina hilbijartinê ji destdana demê ye, lê xuya ye xêr pêve ye, wiha difikirim."



Hinek dengder siyaseta hikûmetê ya derbarê pirsa koçberên Sûriyê de rexne dikin û di wê baweriyê de ne, bajarê wan ji ber wê hejmara zêde ya Sûriyan ku lê dimînin sîmaya xwe ji dest daye û tekez dikin ku divê ji bingeh ev pirsgirêk were çareserkirin.



Derbarê vê yekê de akinciyekî din ê Stenbolê jî dibêje: “Berê gelekî kêfa min ji Stenbolê re dihat, lê di van sê salên borî de ji Stenbolê nerazî me, bi taybetî li Taksîmê mixabin, ez welatiyekî Tirk nabînim. Ereb û Sûriyan dagîr kirine. Mixabin gelek cihên xweşik ên Stenbolê hatine talankirin, şûnwarên dîrokî jî naparêzin."



Ji bo hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê lîsteya dengderan nehatiye nûkirin û heman lîsteya dengderan a 31ê Adarê tê bikaranîn. Li 39 navçeyên Stenbolê deng tên dayîn û 31 hezar û 342 sindoq hatine danîn. Ji van 62 sindoq li girtîgehan û 156 sindoqên gerok bo kesên bi temen an nexweş tên bikaranîn.



Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, di hilbijartina Stenbolê de 10 milyon û 560 hezar û 963 kes deng didin. Nêzîka 2 milyon û 500 hezar ji wan dengderan Kurd in.

Rudaw
Top