• Friday, 13 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Hevdîtin erênî bûn

Mesrûr Barzanî: Hevdîtin erênî bûn
Mesrûr Barzanî ku bo pêkanîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye rasipardin, bi armanca gotûbêjkirina li ser beşdarbûna wan di hikûmetê li gel pêkhateyên Turkman û Xirîstiyan civiya. Mesrûr Barzanî diyar kir ku hevdîtinan wan erênî bûne.



Îro Şemiyê (22.06.2019) Mesrûr Barzanî di çarçoveya pêkanîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de serdana binkeyê Tevgera Demokrata Aşûrî û şandeyeke ji 9 partiyên Turkmen ên Herêma Kurdistanê kir û behsa para wan di kabîneya nû de kirin.



Seroka Partiya Çaksazî ya Turkmanî Muna Qehweçî ji Rûdawê re ragihand , wan daxwaza hevsengiya navbera pêkhateyan kiriye.



Piştî civîna li gel aliyên Turkmanî, Serokwezîrê raspartî li gel Bereya Turkmanî civiya Mesrûr Barzanî ragihand civîna wan baş bûye.



Serokê Fraksiyona Bereya Tirkmenî yê li Parlamentoya Kurdistanê Aydin Merûf civîna li gel Mesrûr Barzanî bi erênî bi nav kir û eşkere kir ku ew weke Wezîrê Herêmê di hikûmetê de beşdar dibin.



Aydin Merûf got: “Civîneke baş û erênî bû, li ser beşdarîkirina Tirkmenan di kabîneya nû de birayên me yên PDKê jî tekezî kirin ku Tirkmen di kabîneya nû de beşdar bin. Di Serokatiya Parlamentoyê de nûnerê me heye, di heman demê de nûnerê me di Hikûmeta Herêmê de jî dibe, di vê civînê de jî me daxwaza wê yekê kir ku di serokatiyan de cihê aliyên Tirkmenî were vekirin, me li ser wê yekê li hev kir ku Bereya Tirkmenî bi Wezîrê Herêmê beşdar dibe di hikûmetê de.”



Heftiya borî ji bo hemann armancê Mesrûr Barzanî serdana PDK, YNK, Tevgera Goran û Partiya Sosyalîst kiribû.


Rudaw
Top