Erdogan: Di navbera Ocalan û Demîrtaşî de şerê desthilatdariyê heye
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nêrîna xwe ya di derbarê hilbijartina Stenbolê de bi riya parêzerên xwe eşkere kir. Ocalan bang li HDPê dike û dibêje: Piştî şikestina pêvajoya aştiyê, civaka Tirkiyê di bin Hevpeymaniya Cumhur û Millet de bûye 2 alî. HDP aliyê sêyem a çareseriyê ye û divê riya sêyemîn hilbijêre. Divê HDP di hilbijartina Stenbolê de bêalî be û nebe aliyê genegeşe û nakokiyên hilbijartinê. Girîng e HDP li ser xeta xwe ya bêalîbûnê rijd be.
Lê ev banga Ocalanî helwesta HDPê neguherî. HDP bi daxuyaniyeke bilez bersiva banga Ocalanî da û eşkere kir: Riya sêyem riya aştî û demokrasiyê ye û HDP jî li ser wê riyê rijd e. Lê ji bo hilbijartina Stenbolê di gavên taktikî û stratejiya HDPê de çi guhertinek tune ye.
Jixwe berpirsên jî PKKê jî wekî Ocalanî nafikrin. Demek dirêj e, ji Hevserokê KCKê Cemîl Bayik, heta Endamên Desteya Rêvebir ên PKKê Murat Karayilan û Duran Kalkan bang li kurdên Stenbolê tê kirin ku deng ji bo namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu were dayîn.
Murat Karayilan bi riya ajanseke nêzikê PKKê berûvajî Ocalan bang li Kurdên Stenbolê dike, ku dengê xwe nedin Bînalî Yildirim, dengdayîn ji Bînalî Yildirim re tawan e. Li gor Karayilan rejîma AK-Partî û MHPê zordest û xeter e.
HDP biryara xwe daye û dê li dijî faşîzmê, vebjêrka demokrasiyê hilbijêr e. Divê Kurdên Stenbolê wisa bikin ku AK-Partî dubare şikestin bixwe. Çend rojan berî niha jî Hevserok berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî banga piştgirîkirina Ekrem Îmamoglu kiribû.
Li ser vê pirsê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî xwedî nêrîneke balkêş e. Erdogan dibêje, di navbera Ocalan û Demîrtaş de şerê desthilatdariyê heye. Li gor Erdoganî Ocalan di wê baweriyê de ko PKK û HDP xiyanet li wî dikin.
Erdogan got: “Di navbera PKK û HDPê de şerê desthilatdariyê heye. Ev şer gihiştiye şerê Abdullah Ocalan û Selahattîn Demîrtaş. Qendîl jî di nava vî şerî de ye. Heta Ewropa jî ketiye nava vî şerî. Ocalan naxwaze desthilatdariya wî ji dest biçe. Ocalan dijî Demîrtaş û Qendîlê daxuyaniyên gelek tund dide û hesab ji wan dipirse. Ocalan di wê baweriyê de ye ku PKK û HDP xiyanetê li wî dikin. Ocalan bi vê daxuyaniya xwe ji HDPê re dibêje: Ger hûn partiyeke piştgirê min bin, divê hûn di hilbijartina Stenbolê de bêalî bin.”
Erdogan bi vê daxuyaniya xwe nameya Ocalanî piştrast dike. Lê li vir pirseke balkêş derdikeve pêş. Nameya Ocalanî rojekê beriya HDP û parêzerên wî, ji aliyê Ajansa Fermî ya Hikûmeta Tirkiyê û Mamosteyê Zanîngeha Dêrsimê Alî Kemal Ozcan ve hate eşkerekirin. Erdogan jî nirxandin û piştrasrkirina xwe beriya daxuyaniya parêzerên Ocalanî dike. Ji bo çi name di destpêkê de ne ji aliyê parêzeran, lê ji aliyê hikûmetê ve hate aşkerekirin?
K24
