HPG: Gerîlaya Almanî di êrişa esmanî de jiyana xwe ji dest da
Li gor daxuyaniya Ragihandina HPGê, Sarah Handelmann ku bi navê Sara Dorşin dihate nasîn, 7ê Nîsana 2019an ji ber êrîşeke esmanî ya Tirkiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin Sarah Handelmann di sala 1985an de li Almanyayê jidayîk bûye û welatiya Almanyayê ye.
Herwiha hatiye ragihandin ku Sarah Handelmann di sala 2017an de tevlî rêzên PKKê bûye û fermandarî dikir.
Rudaw
