Rojnamevan Nagehan Alçi: Di pêvajoya nû ya çareseriyê de dê rola Hewlêrê jî hebe
Nagehan Alçi beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku dema serdana Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê gelek giring e û got: “Wisa xuya dike ku eşkerekirina peyama Abdullah Ocalan jî di demeke rast de ye.”
Alçi dibêje ku bereya HDPê û parêzerên Abdullah Ocalan peyama wî hinek nezelal dikin û ji cemawera xwe re peyama Ekrem Îmamoglu didin.
Rojnamevan Nagehan Alçi eşkere dike: “Di pêvajoya nû de Ocalan jî dê tevlî bibe û pêvajoyeke wisa be ku di navberê de aktorên pêvajoya çareseriyê tinebin û aktorên nû dê hebin. Li vir dê rola rêveberiya Hewlêrê, rêveberiya Barzanî jî hebe.”
Rudaw
