Kurdek di peywendîyeka vîdyoyî de li gel Potin rêkalamê bo şawirme ya xwe dike
Li gor malpera RT Emîran Serdarov ku di bineret de Kurdê Rûsyayê ye, dema di peywendîya vîdyoyî de li ser yasaya nû ya internêtê, pirsyerek arasteya Potin dike û amaje bi wê dike, ku renge yasa ya nû bibe sedema dabirandina Rûsyayê. Piştî pirsyarê jî bi awayek zindî rêklamê bo cihê firotina şawirme ya xwe dike û bi kenî ve dibêje: Me bi tamtirîn şawirme ya Moskoyê heye û hemûyan gazî dikim bihên tam bikin.
Potin di destpêkê de ji bîr kir bersiva pirsyara wî Yotuberê Kurd bide ku xwedîyê 7 milyon dûvkevtî heye, bi kenî ve got: Gelek başe, Tu şîyay mifayê ji evê delîveyê werbigirî û rekalamê bo kala ya xwe bikey.
Dûv re pêşkeşkar î pirsyara Emîranî bi bîra potin anî û di bersiv de got: Ev yasa bo desteberkirina asayîşa Eliktronîya Rûsyayê ye neku sinûrdarkirina azadîya Hevwelatîyan.
K24
