Ermenistan Kosulusxaneya xwe li Hewlêrê ve dike
Hikûmeta Kurdistanê belav kiriye ku îro şandeke dîplomatîkî ya Ermenistanê serdana Hewlêrê kiriye û li gel rayedarên hikûmeta Kurdistanê civiyaye û di civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Ermenistanê hatiye kirin.
Di civînên han de ku balyozê Ermenistanê yê li Bexdayê jî têde beşdar bûye, şanda Ermenistanê eşkere kiriye ku welatê wan dixwaze bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê, dest bi amadekariyên pêwîst bo vekirina Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê kiriye.
