• Friday, 13 February 2026
logo

AA: Ocalan bo hilbijartinên Stenbolê banga bêalîbbûnê li HDPê kir

AA: Ocalan bo hilbijartinên Stenbolê banga bêalîbbûnê li HDPê kir
Ajansa Anadolu ya Tirkiyê ji ji ser zarê akademisyen Doç. Dr. ALi Kemal Özcan, nameya Rêberê PiKKê Abdullah Ocalan belav kir. Ligor AAyê Ocalan bo hilbijartinên Stenbolê banga bêalîbûnê li HiDPê kir.

Doç. Dr. Dr. Kemal Ozcan serdana Ocalan kir û nameya Ocalanê teslîmê parêzerên wî kir bi rojnamevanan ra parve kir.

Di nameya xwe da Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê bang li HDPê kir ku di hilbijartinên Stenbolê da bêalî bimîne.

Herwiha gotiye: "Feraseta îtîfaqa demokratîk a ku di HDPê da çêbûye divê ji bo nîqaşên hilbijartinê yên di rojevê de nekin alî û palpişt.Girîngiya îtifaqa demokratîk ew e ku xwe ji bo dîlemayan angaje neke, di helwesta xwe ya bêalî ya hilbijartinan da israrê bike."

Li aliyê din heta aniha HDPê derbarê vê nameyê da ti daxuyanî belav nekirine. HDPê aşkere kiribû di hilbijartina Stenbolê da wê piştevaniya namzetê CHPê Ekrem Imamoglu bike. Herwiha Hevserokê berê yê HDPê Sellehedîn Demîrtaş jî beriya bi şend rojan ji ser hesabê xwe yê twitterê bang li alîgirên HDPê kiribû dîsan herin ser sindoqan û di hilbijartina Stenbolê da dengê xwe bidin namzetê CHPê Ekrem Imamoglu.

Li aliyê din parêzereên Ocalan jî bi daxuyaniyekê aşkere kirin ku ew dê sibehê derbarê hevdîtina dawî ya Ocalan da daxuyaniyekê bidin medyayê.

Basnews
Top