Serok Barzanî li gel Konsulusê Kuwaitê civiya
Duh li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya konsulusê Kawaitê yê li Hewlêrê Omer Ehmed Elkenderî kir.
Di civînê de Konsulusê Kawaitê silavên Emîrê Kuwaitê gehandine Serok Barzanî û Emîrê Kuwaitê gelek dixwest di dema serdana xwe ya bo Bexdayê de, serdana Kurdistanê jî bike, lêbelê derfet çê nebû jiber vê çendê bi rêya telefûnê têkilî danî û me pîwerdar kir daku serdana we bikin û silavên vî bigehînin we.
Di berdewamiya civînê de behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistan û Kuwaitê de hate kirin û şanda mêwan jî kêfxweşiya xwe jî ya li hember pêşkeftinên siyasî yên li Kurdistanê diyar kir.
Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa giştî ya Îraq û deverê jî hate kirin.
