• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî serxweşî li malbata Nahîde Refîq Hilmî kir

Nêçîrvan Barzanî serxweşî li malbata Nahîde Refîq Hilmî kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta koça dawîyê ya niviskara kurd Nahîde Refîq Hilmî, peyameka serexweşîyê arasteyî malbat û xizmên wê kir.

Îro çarşemê 19.06.2019an nivîskara naskirî ya kurd û keça siyasetmedar û nivîskarê naskirî yê kurd Refîq Hilmî Nahîde Refîq koça dawî kiribû. Nêçîrvan Barzanî, derbarê koça dawî ya Nahîde Nahîde Refîq Hilmî da peyamek belav kir. Di peyamê da Serok Nêçîrvan Barzanî gotiye: “Xatun Nahîde Refîq Hilmî îro li Silêmanîyê koşa dawîyê kiriye. JI dil ve hevsoj û hevxemîn li gel wan, Xwedayê mezin Xweda jê xweşbûyî bi beheşta xwe şad bike û hedarî û sebrê bide kesûkarên wê.

Xweda jê xweşbûyî, xanim Nahîde Refîq Hilmî ku bîrîya nivîskar, rewşenhizrê navdar û sîyasetvanê kurd mamosta Refîq Hilmî bû, bi nivîsîn û vekolîn û bi wê xizmeta xwe ya rewşenhizrî ku bi dirêjahîya temenê xwe pêşkeş kirîye her tim bîrîya wî bi xêr dê vemîne.”

Basnews
Top