Hevwelatî bêzarin ji hebûna PKKyê li Herêma Kurdistanê
Li gor dîtina çavdêrekê sîyasî PKKyê bîyanû daye dest Turkîyayê daku axa Kurdistanê dagîr bike û Efrîn jî wek nimûne dixin beçavan, ku her PKKyê bîyanû xiste di destê supayê Turkîyayê de.
Hevwelatîyên akincî li gundên sinûrî behsa wê yekê dikin ku ji bilî zerer û zîyanê, PKKyê ti xizmetek pêşkeş nekirîye. Lê berdewam girjî, alozî, şer û firoke anîye deverê.
Tekezê jî dikin ku karên PKKyê bûyîne egera wê yekê gelek gundî gund çol bikin û destberdarê kar û kasibîyên xwe bin.
k24
