Lijneyek Parlamentoya Kurdistanê serdana navçeyên Kurdistan dike!
Endamê lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê Mihyedîn Hesen ji BasNewsê re ragehand: ‘’Lijneya wan dabeşî çar beşan bûye, bo amade kirina raportekî li ser rewşa navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê.’’
Derbarê dema çûna lijneyê de jî got, ew heftiya bê dê serdana navçeyên Kurdistanê bikin û raportekî dê derbarê rewşa navçeyên Kurdistanê de amade bikin û dê bidin desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û piştre jî raportê dê bidin Bexdayê û li gel fraksiyonên Kurdistanê guftûgoyê li ser bikin, ku kar li ser bikin bo çalak û aktîf kirina madeya 140 a taybete bo navçeyên Kurdistanê.
Basnews
