Merkel: Divê Kurd li Iraqê xwedî desthilateke mezin a xwerêvebirinê bin
Angela Merkel li bajarê Goslar ê herêma Niedersachsen ragihand ku divê şert û mercên dadperwerî ji bo Kurdan li Iraqê were pêkanîn û xwedî desthilateke mezin a xwebirêvebirinê bin.
Li gor Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, hebûna dewleteke Kurdî di berjewendiya herêmê de nabe.
Almanya û şêwirmenda wê, piştî giştpirsiya serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê û abloqeya siyasî û aborî ya li ser Hewlêrê, piştî Fransayê, bi vexwendina Serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Berlînê, abloqeya siyasî şikandin û Kurdistan piştî wan hevdîtinan kete qonaxeke nû.
Rudaw
