Serokê herêma Kurdistanê li gel şandeyekî NYê civiya!
Hevdîtinê de şêwirmendê taybet ê sekreterê giştî yê NYê derbarê karên xwe yên kom kirina belgeyan li gor pêwerên navnetewî û pêdeçûna ser dosyaya tewanên DAIŞê kurteyek pêşkeş kir û ragehand, piştevaniya yasayî bo karên wan û cureya tewanên pêkhatine li Iraqê dervey yasayên terorê, yasayên tewanên şer û jenosoidê bêhtir ne tişteke. Herwaha di dema vekirina gorên komî û vedana wan goran de hemahengiya li gel her du hikûmetên Iraqê û herêma Kurdistanê û dîtina tewanbaran û misoger kirina dadgeh kirina wan de jî behsa giringiya hemahengiya saziyên peyvendîdar ên Hewlêrê û Bexdayê kir.
Li hember vê yekê jî serokê herêma Kurdistanê jî destxweşî li karê tîma wan, amadebûn û pêbendbûna herêma Kurdistanê bo piştevanî û karê hevbeş li gel tîma NYê û hikûmeta Iraqê bo bidestanîna dadperwerî di vê dosyayê de teqez kir. Herwaha kurteyek derbarê qurbanî dana herêma Kurdistanê ya di tekoşîna li dijî DAIŞê de pêşkeş kir û diyar kir pêbendbûna herêma Kurdistanê bi prensîb û bingehên pêkvejiyan û parastina pêkhateyan kir.
Basnews
