• Friday, 13 February 2026
logo

Êrîşî ser navendeke leşkerî ya Amerîkayê hate kirin

Êrîşî ser navendeke leşkerî ya Amerîkayê hate kirin
bi sê rokêtên katûşiya êrîş kirine
Li gor jêderên çapemeniyê yên Îraqî, îro danê sibê êrîşî ser navendeke leşkerî ya hêzên Amerîkî hatiye kirin.

Jêderên çapemeniyê yên Îraqê li ser zarê rayedarên Serokwezîriya Îraqê belav kirin, ku îro berbanga sibê, bi sê rokêtên Katûşiya êrîşî ser navenda leşkerî ya Tacî ya li Bakûrê Bexdayê hatiye kirin.

Jêderên Serokwezîriyê derbarê zirar û ziyanên êrîşê de ti zaniyarî nedane.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî jî dîsa êrîşî ser vê navenda han ya leşkerî hatibû kirin.
Top