Amerîkayê careke din derbarê S-400an de gef li Tirkiyê xwar
Amerîka, ji ber biryara kirîna sîstema berevaniya esmanî ya S-400 a Rûsî guşara li ser Tirkiyê zêde dike. Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon), ragihand ku eger Tirkiye S-400an bikire, ji xeynî dûrxistina ji bernameyê firokeyên şer F-35an, lê bo çekên din ên Amerîkayê jî ku kompanyayên Tirk berhem tînin egera ferzkirina cezayan bo ser wan di rojevê de ye.
Rawêjkarê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Ellen Lord, ragihand ku Washington ji xeynî kompanyayên ku parçeyên firokeyên F-35 berhem tînin, egera ferzkirina cezayan bo ser kompanyayên din ên Tirk jî di ber çav re derbas dikin.
Lord, da zanîn ku niha ev herdu mijar ji hev tên cudakirin lê di nav hikûmeta Amerîkayê de tîmek heye ku di çarçoveya yasaya CAATSAyê de egera ferzkirina cezayan bo ser kompanyayên din ên Tirk jî di ber çav re derbas dike.
Lord di Pêşangeha Firokevanî ya Parîsê de axifî û got: "Me li wezaretê ji xeynî F-35an hemû tişt di çarçoveya berevaniyê de nirxand û evna jî dikevin nav cezayên CAATSAyê." Lord diyar ku heta niha biryareke tekez nîne, lê ew ceza dê zerareke zêde bighînin pîşesaziya berevaniyê ya Tirkiyê.
Rudaw
