• Friday, 13 February 2026
logo

Berpirsekî YNKê: Emê beriya pêkanîna hikûmetê bi PDKê re li hev bikin

Berpirsekî YNKê: Emê beriya pêkanîna hikûmetê bi PDKê re li hev bikin
Berpirsekî YNKê dibêje, emê beriya pêkanîna hikûmetê bi PDKê re li ser çareserkirina nakokiyên xwe li hev bikin.

Endamê serkirdetiya YNKê Hamîd Hacî Xalî ji BasNewsê re got, em geşbîn in ku bikaribin beriya pêkanîna hikûmetê bi PDKê re li ser pirsgirêkên destnîşankirina parêzgarê Kerkûkê û parvekirina postan li Bexdayê li hev bikin.

Serokê nû yê hikûmetê Mesrûr Barzanî duhî li Silêmaniyê bi YNKê re hevdîtin kiribû lê civîn bê encam derbas bibû ji ber ku YNK navên kandîdên xwe bo postên hikûmetê nedabû şanda PDKê.

Wî berpirsê YNKê behsa wê civînê jî kir û got, şandên her du partiyan dê dîsa bi hev re bicivin.

Endamê serkirdetiya PDKê Firset Sofî duh ji BasNewsê re gotibû, kabîneya nû ya hikûmetê dê 30 vê mehê pêk were.

Basnews
Top