Firokeyên Tirkiyê gundên li quntara Qendîlê bombebaran kirin
Qaymeqamê Ranyeyê Hîwa Qerenî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Şevê din firokeyên Tirkiyê gundên Êndize û Lêwje yên li quntara Qendîlê bombebaran kirin, lê ti zirareke giyanî tine ye.”
Hîwa Qerenî diyar kir: “Demjimêr 10:00ê îro sêşemê 18ê Hezîrana 2019an firokeyan careke din gundê Qelatûkan bombebaran kirin, lê hêj çi zirar û ziyan derketine holê nayê zanîn.”
Gundên Êndize, Lêwje û Qelatû dikevin sînorê bajarokê sengeserê qezaya Pişder a li parêzgeha Silêmanî.
Rudaw
