• Friday, 13 February 2026
logo

Nicmedîn Kerîm serdana Serokê Herêmê kir

Nicmedîn Kerîm serdana Serokê Herêmê kir
duhê vegeriya bû Kurdistanê
Piştî ku duhê bi rêya balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê vegeriya Kurdistanê, îro parêzgarê qanûnî yê Kerkûkê Nicmedîn Kerîm serdana Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Weke tê zanîn beriya demeke hin aliyên çapemeniyê yên Kurdî behsa vê yekê kiribûn ku parêzgarê Kerkûkê li Beyrûta paytexta Libnanê ji aliyê înterpolê ve hatiye girtin, lêbelê nivîsîngeha Nicmedîn Kerîm ev nûçeyên han direwandibû.
Top