Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li şandeka Almanî kir
Di wê civînê de, ku balyozê Almanya li Bexdayê û konsûlê Almanya li Hewlêrê jî amade bûn, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanya her wiha rewşa Iraqê û aloziyên Rojhilata Navîn hatin axaftin.
Mesrûr Barzanî behsa rola Almanya di piştevanîkirin û alîkarîkirina Herêma Kurdistanê de kir û ragihand, Herêma Kurdistanê her dem alîgira wê yekê ye ku hemû arîşe û pirsgirêk bi şêwazên aştiyane û diyalogê çareser bibin.
Martin Jager jî pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir ku bûye serokê hikûmetê û hêviya serkeftinê jê re xwast. Wî rayedarê Almanî amadehiya welatê xwe bo piştevanîkirina hikûmeta Kurdistanê û bihêzkirina pêwendiyên her du welatan jî anî ziman.
Di beşeke din ya civînê de behsa rewşa koçber û penaberên ku ji ber şer derbasî Herêma Kurdistanê bûne, hat kirin.
Waar.tv
