• Friday, 13 February 2026
logo

Tirkiyê bersiva Amerîka da: Em gav paşde navêjin, çi dibe bila bibe!

Tirkiyê bersiva Amerîka da: Em gav paşde navêjin, çi dibe bila bibe!
Tirkiyê ragihand, ew ji kirîna sîstema mûşekî ya S-400 pavan paşde navêjin, çi dibe bila bibe.

Hişyarî û tehdîdên Amerîka ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê, li ser Tirkiyê û bersiv û bertekên rayedarên Enqerê li hember wê yekê didomin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ragihand, ew ji kirîna sîstema mûşekî ya S-400 gavan paşde navêjin, çi dibe bila bibe. Ji ber ku ew miletekî azad û serbixwe ne.

Mevlût Çavûşoglu her wiha da zanîn, wan sîstema mûşekî ya S-400 kirîne û her tişt xilas bûye. Em bo berjewendiyên xwe vê yekê dikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê da xuyakirin, eger Amerîka li hember Tirkiyê gavekê xelet bavêje ewê jî bersiv bidin û got, dema Tirkiye di metirsiyê de bû Amerîka sîstema mûşekî ya patriyot ji Tirkiyê vekişand. Niha eger Tirkiye rastî êrişekî were NATO nikare tiştekî bike.

Beriya Çavûşoglu, serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî gotibû, me sîstema mûşekî ya S-400 kiriye û dê vê havînê bigihê Tirkiyê.



Basnews
Top