• Friday, 13 February 2026
logo

Parlementerê HDPê Ferhat Encu hat azadkirin

Parlementerê HDPê Ferhat Encu hat azadkirin
Li gor agahîyan Parlementerê Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê ye Şirnexê Ferhat Encu ku 9ê gulana sala 2017an ji alîyê dadgehê ve 4 sal û 7 mehan hatibû sizakirin hat azadkirin.

Parezerên Encu piştî proseduren fermî çun girtîgeha Kandira ya navçeya bajarê Kocaelî û Ferhan Encu ji girtîgehê derxistin.

Hejayê gotinêye li derheqê Ferhat Encu de bi tawanbarîya pişgirî û endamtîya PKKê doz hatibû vekirin. Li dadgeha Giran ya 2êmîn ya Şirnexê berdwama doze de iro dadgehe biryar da û Parlementerê HDPê ye Şirnexê Ferhat Encu 4 sal 7 meh û 10 rojan hatibû sizakirin. Ferhan Encu, piştî li firokxaneya Şerafettîn Elçî ya Şirnexê hatî desteserkirin hatibû veguhastin Şirnexê û li doza derheqê wî de hatî vekirin de piştî bergirîya xwe da dadgehê biryara zîndankirina wî da bû. Encu, 4ê çirîya peşî sala 2016an hatibû desteserkirin û piştî ve hatibû zîndankirin û hatibû veguhastin girtîgeha Kandiraye ya ser bi bajare Kocaelî ye. Piştî sizaye Encu parlementerîya wî hatibû xistin.

Waar.tv
Top