• Friday, 13 February 2026
logo

Pêşmerge ji kabîneya nû daxwaza çaksazîyê û rêkvexistina hêzên xwe dike

Pêşmerge ji kabîneya nû daxwaza çaksazîyê û rêkvexistina hêzên xwe dike
Hêza Pêşmerge daxwaz dike hikuemt zû pêk bihê û daxwaz ji Mesrûr Barzanî raspartîyê pêkanîna kabêneya nû dike, di çarçoveya karên kabîneya nehem de hêza Pêşmerge careka din bihê rêkvexistin û piştevanîya kabîneya nehem û serokê kabîneyê jî dikin. Herweha daxwaz dikin piroseya çaksazîyê di kabîneya nûde berfirehitir bibe nemaze di nav rêzên hêza Pêşmerge de.

Di çeperên berevanîyê de di axa Kurdistanê de, Pêşmerge dixwaze kabîneya nû zû dest bikar bibe.

Hêvîya Pêşmergey hevgirtina alîyên sîyasîye û dibêjin wek çawa Pêşmerge piştîvana hikumeta Herêma Kurdistanêye divêt alîyên sîyasî jî hevgirtî bin.

Ewli ser serok wezîrê dahatî yê Kurdistanê, dibêjin: Mesrûr Barzanî piştîvanê meye û em jî piştîvanê kabîneya nehem dibîn.

Hêza Pêşmerge daxwaz ji serokê dahatîyê kabîneya nehem dikin, pêngavên yekxistin û rêkvexistina hêza Pêşmerge zêdetir bikin û arîşe û pêdivîyên Pêşmerge çareser bike û Mesrûr Barzanî pênagvên çaksazîyê berfirehtir bike.

Piştî derçûna fermana Herêmî bo Mesrûr Barzanî û raspartina wî bo pêkanîna kabîneya nehem a hikumeta Herêma Kurdistanê, çavê hevwelatîyan û alîyên sîyasî li ser kabîneya nû ye; daku zû bihêt pêkanîn. Pêşmerge jî di çeperan de xwe bi parêzvanên hikumeta Herêma Kurdistanê dizanin û daxwaza rêvexistina hêza Pêşmerge dikin.

K24
Top